Sevbas

Kurdish Music Portal

Song Texte

Diyarbekir warê min e
Diyarbekir cihê min e
Cihê bav û kalê min e
Ew mesken û paytaxta min e
Ew xumxuma ava mezin
Diherike û pêl bilezin
Kulê dilêm pê re dibezin
Civat û seyrana min e

Li ser surhê singa te bû ferman
Hatin bi te re xortên ciwan
Bi hêbet û bi qehreman
êdî ne ma tirsa giran
Li ser birca te yê bilind
Mij û dûman her girtine
Gul û Sosin pel weşandin

Bimrim bijîm li vê dinyayê
Li te divegerim carek dine
Gotin: Dîber Haco
Muzik: Ciwan Haco



Agir ketye dilê min
Xew nakeve çavê min
Çima tu jimin dûr ketî
Bêje ronîya çavê min
Rinda min, gewra min
Çend sal e li hêvya te me
Welle çend sal e li benda te me

Ev çi ax û nalîn e
Dil sewitî berf bîne
Tu bixatirê xwedê kî
Nebêjî evya dîn e
Rinda min, gewra min
Çend sal e li hêvya te me
Welle çend sal e li benda te me
Gotin û Muzîk: Beytocan


Min nawê sewaca be dil

min nave min nave min nave
sewaca be dil
duri min xinen yabo u yade
wi hamre tevd bi qul
min nave min nave min nave
sewaca be dil
duri min xinen yabo u yade
wi hamre tevd bi qul

min durnekin je dilketine
min durnekin je hezkirine
bexte wa de me ne dine
bexte wa de me ne dine

min nave min nave min nave
sewaca be dil
duri min xinen yabo u yade
wi hamre tevd bi qul
min nave min nave min nave
sewaca be dil
duri min xinen yabo u yade
wi hamre tevd bi qul

ev ne hala ez ketime
ev nehala ez kirime
xasen bi zore bi zore min bidine
xasen bi zore bi zore min bedine

min nave min nave min nave
sewaca be dil
duri min xinen yabo u yade
wi hamre tevd bi qul
min nave min nave min nave
sewaca be dil
duri min xinen yabo u yade
wi hamre tevd bi qul

ci agir bu ket wi dili
ro derbas bin hestir u giri
ma ka xoda min ci kiri
ma ka xoda min ci kiri

min nave min nave min nave
sewaca be dil
duri min xinen yabo u yade
wi hamre tevd bi qul
min nave min nave min nave
sewaca be dil
duri min xinen yabo u yade
wi hamre tevd bi qul
Gotin û Muzîk:Xelil Derbas


Ez hatime mala we
Ji boy dîtina bejna te
Çend gotênê min hene
Tînim bigînime te

Min pirsî ew çi kese
Arîye zerdeştiye
Esle xwe je Kurdistane
Delalê şengalî ye

Bîna xweş te je yarê
Mîna gula biharê
Jê çiya ye şengalê
Jê te bîna cinetê

Yarê te ev bîn je kuranî
Jê warê şera anî
Jê lalişa Nuranî
Cihê mala şîxadî
(Cihê zerdeşte kalî)
Welat le bîra min anî

Gotin û Muzîk:Koma Zerdest leyla


Xerîb im xerîb im
Keçê ez xerîb im gula nav baxcême
Keçikê gundê me dê lîlînen ber malan
Berburî hatin keçik digo ez nakim
Xemla kesk û sor deynin ser bejnan
Keçê ez xerîb im Nalo

Edî bese xerîb, mîvanê bavê teme
Evîna bakur başur mîna mem û zine
Dilana gelê bindest bi hele bigrin bi hevre
Bona ala rengîn serîhildan Amed
Keçê ez xerîb im Cemalo

Keç û xortê vî gundî bang dikin wîyalî
Eşq û evîna welat dengda cîhan û welat
Dinya alem di zane bê azadî nabe
Bihele bigrim dîlan, dîlana gelê meye
Keçê ez xerîb im E BAŞE LO

Gotin û Muzîk:Koma Zerdest Keçê ez xerîb im


Heeee Heee
Şerfedîne şerfedîne şerfedîne dînê mine
Xwedîyê çadira tereb zêrine
Dînya buye Bar û bihek
Çadira bihek nav digerîne
Heçiyê rîya qenc di berde
Ya xirab nav di mîne
Ê here lalişa nuranî serê min erşe ezîme
Şerfedîne şerfedîne şerfedîne dînê mine
Hadîya xweş hadîya madî şerfedîn ra buye heee

Hatî çarşema nîsane
Ala îda kurdîstane
Şerfedîne mîre li dîwane
Şerfedîne şerfedîne şerfedîne dînê mine
Hadîya xweş hadîya madî şerfedîn rabuye heee
Şerfedin rabuye ji xerbê
Şurê rast û çep di berde
Kafir tev mirin ji kerba
Şerfedîne şerfedîne şerfedîne dînê mine
Hadiya bavo adi şexêm siltan şixadî heee

Xeber bidine Kurdîstanê
Bira qewînkin îmanê
Şerfedîn mire li dîwanê
Şerfedîne şerfedîne şerfedîne dînê mine
Hadîye şêxê mine xwudanê quba le le le

Gotin û Muzîk: Gelerî Koma Zerdest Şerfedîn


Oremaré bılınde zozan u geli gunde
gerilla lé bune kom çar hawir dor gowende

hevalan seri hılda
zınar lı sergowende

bejna zırav lewende
şiyar lı sergowende

cewbelek u lewende
şer u ceng u dilane

rex rexa mertalane
şure deste gerilla

lı neyaran fermane
gerilla xweş tolhılda

zınar lıser gowende
bejna zırav lewende

şiyar lıser gowende
cewbelek u lewende

sé roj sé şev berxwedan
çember gırtın bernedan

pergala turaniyan
kırne dilo perişan

hevalan seri hılda
zınar lıser gowende

bejna zırav lewende
şiyar lıser gowende

cewbelek u lewende
gowend geşbu lı çiyan

kurdistan bu serhildan
bexté romé hejandın

lı cihane deng wedan
gerilla xweş tolhılda

zınar lıser gowende
bejna zırav lewende

şiyar lıser gowende
cewbelek u lewende
Gotin û Muzîk: Koma Awzan Ciye Oremar


Baran dibare Adare
Şîn dike deşt û newala
Baran dibarê Adare
Şîn dike gûleên şîlanan

Xweza rengê xwe da gelan roja Newrozê
Mizginiyên bi xwere tîne cejna pîrozê

Werne vê dilanê hevalno
Bigirin vê dilanê delalno
Dîlana evina nubunê
Dîlana berxwedana jiyanê

Tîrêjên roja beyanî
Her nêzî dibe buharê

Tîrêjên roja beyanî
Geş dike arê newrozê

Hêvî rengê xwe tim dide roja Newrozê
Hemû gelan yek deng dide

Dîsgotin
Gotin û Awaz: Delîl Demhat : Koma Awzan Ciye Newroz


Nayê de Nayê Hevalê Gewrê Nayê,
Hevalê Gewrê Nayê
Xezale li ber Çemeyê,
Xezale li ber Çemeyê Kîvroşka li nav demayê,
Kîvroşka li nav demayê peşî tula berdayê pa negirt û negehayê,
negirt û negehayê heta Dengî Melayê,
hete Dengî Melayê te girt û ramûsayê,
girt û ramûsayê sîng û berê te xweşin dê wek Rûnê hîsayê,
wek Rûnê hîsayê wek qeymaxê mîhayê,
qeymaxê mîhayê wek Hingivê şilxayê,
Hingivê şilxayê tînê malê dinya yê,
ê malê dinya yê terka cavê te nadim ti ji minre bibî beleyê…

lêb lê lêb lê….lêb lê de nayê

hayêêêêêêêê hayê de hayê pa ciqas geriyam li Dinya yê,
ciqas geriyam li Dinya yê cûm Himis û Hemayê,
Himis û Hemayê cûm Muşê û Rûhayê,
cûm Muşê û Rûhayê cûm Sinê û Sereyê,
cûm Sinê û Sereyê cûm Kerkûk û Ilamê,
Kerkûk û Ilamê – Dersîmê nav Zazayê,
Dersîmê nav Zazayê qada xan û mîrayê,
qede xan û mîrayê qûntara Çiyayê Şingalê,
ye Ciyayê Şingalê me ez geriyam şahrê Dinyayê,
geriyam şahrê Dinyayê her şekira li ber Dilayê kesek rêza te nayê

lêb lê lêb lê….lêb lê de nayê
Gewrê Nayê Bilind Ibrahim

 


Lê bûkê lê narê
Bûka me bûka ne
Lê bûkê lê narê
Tiriya nava rez e
Lê bûkê lê narê
Zava da ber gez e

Lê bûkê lê narê
Bûka me diyar e
Lê bûkê lê narê
Tiryên ber dikan e
Lê bûkê lê narê
Zava jê nexwar e

Lê bûkê lê narê
Bûka me bûka ne
Lê bûkê lê narê
Bûka hez û mez
Gotin û MuzîkGelêrî :Rojda Lê Bûkê


Esmera min şiya endê nê na
Roştiya çimê mi heliya
Zon nêva no ez lal biya
Taqetê canêmin qediya

Tew dil dilo dilê min
Kes nêzano wek halê min
Derdê yarê bî karê min
Deşto ko biyo warê min

Esmera min hênî duriya
çîçega zerî deriya
Gula çiçeka deriya
Adiro kila na zeriya
Vengê axwa goşkariya
Gotin Erhan Güneser Muzîk :Rojda Esmera min


Ne bi almani u ingilizi/ u ne bi fransi//
em perwerdehiya xwe dixwazin/ bi zimane zikmaki//
ne bi farisi, ne bi erebi/ u ne bi tirki//
zimane me, zimane kurdi/ bikin zimaneki fermi//
bi feyili, gorani, dimilki/ sorani, kurmanci//
her herem, her devok/ her zaravayeki//
binvisenin, bixwenin/ bifikirin, bipeyvin//
ci pewist dike bikim/ ji bo na azadiya zimane min//
zimanen me dibejin/ dibejin em kurd in//
edi bes e/ hew dikarin canda me inkar bikin//
edi bes e, dive em edi le/ xwedi derkevin.//

Em fedi dikin, qiymet nadin/ bikaranina ziman//
komplekseki me heye/ ere beguman//
naye qebul kirin/ em canda xwe bi xwe bikujin//
dev ji nuceyen wan/ u dev ji diziyen wan berd in//
dive em edi li televiziyonen kurdan/ temase bikin//
pirtuk, kovar u rojname/ her roj bixwinin//
li Muzika kurdi guhdar bikin/ govenda kurdi bileyizin//
dive wek kurdiya cepemeni ye/ kurdiya xwe pesbixin//
u ne bi tene/ bi bikaranina peyven rojane//
bi her awahi/ ziman e, yekitiya me//
bila bizanibin em hene/ u zimane me heye//
zimane me nasname, dirok/ u hebuna me ye.//

Bi kurdi ji me re digotin/ em ji bi kurdi dibejin//
Bi kurdi dipeyivin/ deng dikin u diaxifin//
Bi kurdi qise dikin/ sore dikin u distexilin//
Bi kurdi xeber didin/ u bi kurdi dua dikin//
Bi kurdi sohbet dikin/ cer dikin u sixef fikin//
Bi kurdi gazi dikin/ u daxuyani didin//
Bi kurdi pistepist dikin/ u bi kurdi diqirenein//
Bi kurdi, bi kurdi/ em bi kurdi, distrenin.//
Gotin: Serhad Ayaz Muzik: Can Canatan
Cumbus: Gursel Dayan
Disgotin: Koro ya zarokan li Stuttgart e
Gotin u awaz: Aram Tigran


Êdî ji boy te nagrim
Te naynim ez li bîra xwe
Destê xwe ji min berde
Her kes ser rêya xwe
Li ser rukê dinya yê
Him derd û kûl pir kişand
Lao ma tu nizan î
Gelek dilê'm te êşand 

Bese bese yaramin
Tu xayînî yaramin
Tu bêbextî yaramin
Tu nezanî yaramin

Bajarê Wanê pir xweş e
Meskenê dost û yaran
Li nav gûl û nêrgîzan
Xweş tê avê û baran
Evînî ji bîramin nayê
Li bers û malê yaran


Bese bese yaramin
Tu xayînî yaramin
Tu bêbextî yaramin
Tu nezanî yaramin

Evînî li ciyan bibin
Mêvanê xûşk û biran

Bese bese yaramin
Tu xayînî yaramin
Tu bêbextî yaramin
Tu nezanî yaramin

Gotin û Muzîk: Fate Bajarê Wanê